the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Mirin Xweştir Ji Vî Halî

Evîna te bi kul û derd e Tu dûrî min xistin bi ser de Ku tu bêjî dev ji min berde Mirin xweştir ji vî halî Pênc şeş sala dosta min be Çawa yekî dî ji xwe re bibe Pênc şeş sala dosta min be Yekî dî bê ji xwe re bibe Agirê te dikevî kezebê Mirin xweştir ji vî halî Axîn ji derdê nezana Ez xistim ser van zimanan Heyfa evînê erzan e Mirin xweştir ji vî halî Rojê carkê tu yar nebînî Çawa tu rêya ber xwe dibînî Kul û xema li xwe dicivîn î Mirin xweştir ji vî halî Çawa tu rêya ber xwe dibînî Mirin xweştir ji vî halî Ev bû çar sal ez yar nabînim Rojek xweşî ji xwe re nabînim Her roj Ezraîl dibînim Mirin xweştir ji vî halî

Bêjebêje © 2015-2024