the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatê

Bûka Çiya

Heylê xezalê xezalê Tu şahê rind û zeriyan Hey delalê tu çend rind î Wekî gulên ber kevîyan Ezê te bibim boy welat Bûka çiya bûka çiya Him ji bo te him boy welat Dil û cergê min heliyan Birûskê da serê çiya Qîrîn kete nav gundiyan Çavê belek ketne xewê Êdî ranabin ser piya Emê dinyayê bihejînin Bûka çiya bûka çiya Bila boy gelê Mediya Yek carek rabin ser piya Derdê xwe ji kî re bêjim Hem bê war im hem bê ziman Li çar dorê me neyar in Romî, Ereb û Ecema Kesek hewara me nayê Ma bindestî para me ye Bûka çiya bûka çiya Heta çend salan, çend zeman

Bêjebêje © 2015-2024