the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatê

Çima Çima

By: Ciwan

Çavê min li bejna te ye Dilê min te de heye Haja te ji min tune ye Lê gulê çima çima Çavreş im , gulîzer im Gerdengaz û porzer im Li herkesî nanêrim Lo lawo nebê çima Li herkesî nanêrim L o Memo nebê çima Çavreşê çima çima Le gulê çima çima Çavreşê çima çima Bîlmezê çima çima Hêsrê min diherikin Wek ava behr û çema Lo la wo tu ciwanî Tu bi evînê nizanî Dûr here nabewan î Lo Memo ne bê çima Ji bonate nexweşim Nede min kulûxema De were ez te bibînim Sebra min edî nema Ew gula, gula teye Evîna dilê teye Were min bir e vîne Çavê min li rêyateye Çavreşê çima çima Le gulê çima çima Çavreşê çima çima Bîlmezê çima çima Xelkê mira zêxwe girt Le gulê ez û tuman Lo la wo çima çima Delalo çima çima Lo lawo çima çima E gîdo çima çima Xelkê mirazê we girt Lo lawo ez û tu man

0

Bêjebêje © 2015-2025