the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatê

Hey Lawo Hey Bira

Dayik rûniştin li ber dîwaran Sor-gewez bûne avê rûbaran Werin çend rojê dinya derewîn Ji hev ra bibin wek xuşk û bira Hey lawo hey bira hey lorî lorî Hey lawo dil û can ji we ra gorî Malê me zozan in, hewşê me zinar Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par Keç û bûka reş girêda wa hewar hewar Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar Gelî xemgîna derdê me zor e Dijminê xayin wek marê kor e Ronîkê çavan nikarim bigrim Çekê delalan bi xwîna sor e Dîsgotin Tîrêjên da ser riya me Ji boy rizgarî li ser piya me Ewrê reş-tarî ji ser me rakin Jîyan wê xweş be wek hêviya me

Bêjebêje © 2015-2024