the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatê

Min Dil Da Xelkê Ji Xwe Ra Bir

Min dil da xelkê ji xwe ra bir Evînam’ şêrîn şekir Nizanim ezê çibkim Dilê min pêt û agir Wekî kewa firandin Fermana min derandin Lê hewara min nayên Ne heval û ne hogir Ma qey ewqas hêsan e Tu diçî min dihêlî Ezê bibim pûşiyê reş Serê te bibim xêlî Te digo ez ya te me Heta dinyayê he me Ez bikevime gorê Lawo tu ji min re kêl î Bihar hate warê me Vebû nêrgiz û lale Çavê min l’rêya te ma Dil ji boy te evda e Heval im dilbirîn im Ji dil de cîgerxwîn im Hesreta evîna te Dilê min nale-nal e

Bêjebêje © 2015-2024