the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatê

Mirin Hate Ber Mala Me

By: Ciwan

Mirin hate ber mala me Bila were jê natirsim Helebçe brîna teze Geliyê Zîlan, warê Dêrsim Hey hey Roj li me bûn şevê tarî Karê me ew e çekdarî L’ welatê me jiyan nema Çarekî ji kî bipirsin Wey wey Evîna li ser dilê min Yej ew e, yek jî gelê min Derdê xerîbiyê zor e Agir berbûye dilê min Hey hey Çare û hêviyek digerim Derdê xwe ji kê re bêjim Wekî tavîngê baranê Rondikê çavan dirêjim Wekî teyrê baskşikestî Ranabe dest û milê min Wey wey Xaka me sem û seyran e Warê rêwî û karwan e Çavê dinyayê l’ser me ye Herkes ji me re heyran e Hey hey Çi kuştin e çi ferman e Bo çi brîn bê derman e Wekî em hatin dinyayê Jiyan bo jîna însan e Wey wey

0

Bêjebêje © 2015-2025