the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatma Îsa

Dînê

Here dînê canê, te çi gotiye, ha li wê ma Here dînê belekiyê berfê heliya li kêmê ma Gelî malî gundîno ya min kawa min, li ser milê mêrê çê ma Herê dînê, wezê çivîk im, çivîka zer im, xeta li benda Herê sebrê, xwezila minê zar zimanê te bixwenda Herê dînê, tê jina mêrê çê bû, ketî ber mêrê kotî pintî Kotîkî mêra, ne tu kuştî, ne tu berda Herê dînê, çiya bilind e, rê di ber ra Herê sebrê gul sor bûne, sorgul ser ra Herê kaw kubarê, were wez ê du dila nahebînim Serê dilê xwe ber te ra

Bêjebêje © 2015-2024