the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fatma Îsa

Miho

Hare Miho li min daye stêrka xul e Stêrkê li min daye stêrka xul e Hê Miho şewqê daye guhera Şêx Resûl e Şewqê daye guhera Şêx Resûle Hê Miho were heftê xwînê mala bavê minê li ser mala bavê te ne Hê kuro gede were ramûsanekê mi kerem ke, pêş va mi qebûl e, ha wî wî wî Hê Miho vê bilûrê guveguv e Mihmedo vê bilûrê guveguv e Ber simbêla Mihongê mine zer e, zer dilive Hergê hûn ê Mihongê min nas dikin wê nas bikin Hûn nas nakin gustîla destê Mihongê mine algyeşîl e, Miho ha wî wî wî Hê Miho, dilê mi, sêleke di hesinî, dengizeke ha bêbinî Dilê mi, sêleke di hesînî, dengizeke ha bêbinî Hê de minê, dasekê dabû destê xweda, hespê Mihongê xwe ra giha jê diçinî Hare kuro gede, were hîvya sosedînêwa nemîne tu wî bejnî Miho, ha wî wî wî Hara Miho, wezê çûme goma jorîn goma miyan e Wezê zivirîme goma jêrîn goma miyan e Hê Miho morî mincixê zenda zer qetiyane Şevekê di êvar da wez qîzmetê lê geriyane Li guhera, bi salixa bi solixa, cêva Mihemedê mi da salix dane Miho hey wî wî wî Miho wî wî wî

Bêjebêje © 2015-2024