the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fêkoyê Miraz

Şeva Dawetê

Her çar malê newalê Her pênc malê newalê Tejî berdan xezalê Yar şîrîn e helalê Hay nim nay nim nan oldim Qiz geldim, evdal oldim İkî dîlî bilmedîn Fariz dîlî bilmedîn Xat kavranê Gergerê Çû li xopanê Gergerê Danî biniya bêderê Of narê narê narê Reşgulî, belgê darê Sûret sorê hinarê Te têr nabim dîndarê Xwedêyo baran bêyo Rebiyo baran bêyo Sêlav rabe erdêyo Bide binê malêyo Qencolê rakir pêyo Pir bivînin li bejnêyo Vê bejnê bejnek lêyo Vê bejnê cêvek lêyo Vê cevê sêvek lêyo Vê sêvê morek lêyo Ew mor mora Xwedêyo Her wa bî wa bî Desmala çar goşe bî Goşe goşe tije be Goşek ser milê min be Goşek li ser milê te be Of narê narê narê Reşgulî, belgê darê Sûret sorê hinarê Te têr nabim dîndarê Îşev şeva dawatê Govend geriya heyatê Ketime destê tewa tê Îşev şeva bûkêyo Govend geriya sûkêyo Ketime destê bûkêyo Of narê narê narê Reşgulî, belgê darê Sûret sorê hinarê Te têr nabim dîndarê Du ba sur ê sermayê Tozika dîna bêderê Hevalo dengê mi nayê Hevalo dora te ye

Bêjebêje © 2015-2024