the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feqîr Xidir Û Tahsîn Xidir

De Çêkin

De çêkin çêkin lê dînê kebroka çêkin rebenê De çêkin çêkin lê dînê kebroka çêkin Kirasê gewrê torînê belgê gulê kin rebenê Kirasê gewrê narînê belgê gulê kin Gula min torîna gulan ji Amediyê bi rê kin rebenê Gula min ciwan e narinê Şengalê bi rê kin Serê cîranê di me pîs qurbana yarê kin rebenê Serê filankes û filankesê gûrî yarê kin Kebroka çêkin lê dînê ji gulên bûhara rebenê Kebroka çêkin lê dînê ji gulên bûhara Kirasê gewrê ji belge dost û yaran rebenê Kirasê gewrê narînê gulên hinara Ezê bi ramûsim lê dînê qulpê guharan rebenê Ezê bi ramûsim lê dînê qulpê guharan Kebroka çêkin lê dînê ji gulên Bahdînan rebenê Kebroka çêkin lê dînê ji gulên Bahdînan Kirasê gewrê torînê ji Amediyê bînin rebenê Ezê bi ramûsim lê dînê torîna zanînan

Bêjebêje © 2015-2024