the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feqîr Xidir Û Tahsîn Xidir

Ehmed Beg

Çi çem e çem e Ehmed beg, çemkê li Zaxokê Çi çem e çem e ez qurbano, çemkê li Zaxokê Zeriyê l'gundê me Ehmed beg, meşiyan Dihokê Zeriyê l'gundê me ez qorbano, meşiyan Dihokê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik kiçkokê Yeka l'gundê me ez qurbana memik kiçkokê Çi çem e çem e Ehmed beg, çemkê li Badînê Çi çem e çem e ez qurbano, çemkê li Badînê Zeriyê l'gundê me Ehmed beg, meşiyan ser bîrê Zeriyê l'gundê me ez qorbano, meşiyan ser bîrê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hejîrê Yeka l'gundê me ez qurbano memik hejîrê Çi çem e çem e Ehmed beg, çemkê li Bexdadê Çi çem e çem e ez qurbano, çemkê li Bexdadê Zeriyê l'gundê me l'Ehmed beg, meşiyan seyranê Zeriyê l'gundê me ez qorbano, meşiyan seyranê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik fîncanê Yeka l'gundê me ez qurbano memik fîncanê Çi çem e çem e Ehmed beg, çemkê li Xatarê Çi çem e çem e ez qurbano, çemkê li Xatarê Zeriyê l'gundê me l'Ehmed beg, meşiyan bin darê Zeriyê l'gundê me ez qorbano, meşiyan bin darê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hinarê Yeka l'gundê me ez qurbano memik hinarê

Bêjebêje © 2015-2024