the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferec

Jiyan

berika min ku ne xir û xalî caran têr dixwim caran jî birçî min ne xem e ji ber cilên qirêjî bawer im nêzik e serbilindî û xweşî min ne pere ye rêya te da bikim gul ne jî zêr serê te da bikim gure gur ez hez dikim ez û tu hev re bibin dost dê keçê maçekê bide vî rebenê hûr keçên delal por reş û sor û zer pir ciwan derkevtine li her der car car bi wan li kolanan dikim şer çi jiyane mirate tê da bûme ker eve çi dikin şev û roj digerin yên xayîn serbilind yên dî bindest in hebûna me çûye binê zindaneke kûr hêvî dikim me jî bibîne rojekê dor dor dor dor dê rêve here pêya wekî fesat li dev me xwe dikin jar wekî ji dev me diçin ji dijmin re dikin kar çawêt wan birijin nabînin ser pişta me jop û dar ji ber wan bindest ketin jin û mêr û zar bila rondikên me zuwa bin dilê me hînî xelas bit biçit ser serê me zordarî xayiniyê nezaniyê bikene darbestekê tarî pêhnekê lê bidin bila biçine bin tepkê rûvî bila serbest bit herkes di nîveka şevê bigerit dol û nihal û çiya xezal bit ji revê ew roj neyêt zarokên me bêjin hebûna me kanê li her deran bilindkin navê xwe û jiyanê jiyanê jiyanê jiyanê dê rêve here peya Gotin û Muzîk: Reh Fuat, Erkan Baran

Bêjebêje © 2015-2024