Ferhat Tunç
Kobanî
Tu Arîn î diparêze dergûşa Waşokanî
Tu qeder î, sînor va te ji holê hilanî
Çirke çirke belev dike dewr û malê hember ax lê manî
Ax Kobanî ..
Tu awira çavên dayikan î
Tu pelê azadiya gelan î
Tu vîn î, tu berxwedan î
Ax Kobanî ..
Tu qîrîn î, tu awaz î
Tu yî çirayê serhildan î
Tu rehber î, tu jiyan î
Rûpelê dîroka pakrewan î
Dengvedan î, tu rûmet î
Va ye tu banga Agîtan î
Ax Kobanî ..
Gotin: Ednan Doğan