Ferhatê Kinyaz
Bavo
Çûk bûm dayê bûme mezin
Bûy min bêje ji te dipirsim
Bêje dayê ka bavê min
Ez bûm malxê hem bermalî
Xway dikirî bi çi halî
Li ber dilê min delal î
Bêje dayê ka bavê min
Dayê biqîrîn û girî
Bûy min bêje qey newêrî
Bêje dayê ka bavê min
Dil û hinavê min biriştin
Tu biçûk bûy sêwi hiştin
Dijmina bavê te kuştin
Bêje dayê ka bavê min
Dayê ez ê çeka hilgirim
Rêça bavê xwe bigirim
Ji bo welat bira ez bimrim
Bêje dayê ka bavê min
Kurê min tu bi ref û bi nas
Bivî mêrxas, bivî mêrxas
Bi wê em ê jî bivin serfinaz
Bêje dayê ka bavê min