Ferhatê Kinyaz
Îna Min
Kulfet hene lê wesa
Çak mîna te inê can
Min emra da nedîtiye
Emrê min î pazde sal
Lê min gelek tişt dîtiye
Te pê şîrê xwa spî
Neviya xwe û kurê xwe
Tev mezin kir rê danî
Te mi her car sax silamet
Verê dikir mala me
Here lawo oxir be
Here hîn be xwendî be
Six û mirazê dilê te
Hate bavê zarê te
Da ser milê xwe Cemal
Û biranî ew raza
Malda çira dişixulî
Bav da bûbû ronkayî
Û tu zanî wê bişixule
Ewa heta hetayî