Ferîd Sevîm
Belkî ez ê bifirim
Kincên bajarî li ser laşê min ê qermiçî
Min rihê xwe yê gundî da pey xwe li kolanên bajêr de revîyam
Kevîrên kolanên bajêr lingên min diêşand
Laşê min ne elimîbû
Tirimpêlên zîqezîq, xanîyên 30 qet , jîyanên geş ên derew
Mêrek ket pêşîya min zikê wî li devî diket
Jinek li ber min navtenga wê li hestîyê piştê diket
Heydedana mirovan kuta mejîyê min
Kuro ez ê dîn bibim min ji vêdê bibin
Li her derî beton piçek gîya nîne
Şêwazên ne ji dil canecanî nema ye
Rûniştim li ser kendalekê
Min çavên xwe da valahîyê
Ne aîdê vî zemanîbûm ne jî yê vî bajarî
Cihê min li vir tune ez çûm, êdî bi temamî
Ev zeman wek jehrê ye, di nav laşî de zû belav dibe
Her diçe te rizî dike
Min xatir ji xeyalên xwe xwestî ye
Ez ê xwe li ber valahîya kendalî de berdim
Belkî ez ê bifirim, kî dizane…