a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Berfa havînê

By: bedo

Carna qeydeke kevnara bîranînekê tîne bîra mirovî Carna dengên pelên li payîzê diweşî Bêhna axê ya piştî baranê herî zêde jî Tiştên biçûk jî kêfxweş dike mirovî Qîrewîra şumikan li kolanekê Ronîya mûmeke biçûk li mezelekê Civateke germ li ber derîyekê Şadî bi van jî tê li cihekê Berf wê bibare vî bajarî Wê bibe cejna zarokekî Tav wê reqsê bike hê tarî nehatî Temaşeya çavên bi hêvî Li mezeleke biçûk gurgura sobeyekê ye Li ser de berû rêz bûn e Malbatek li dora wê rûniştî ye Li wê malê ken bi hêvî ne Efsûneke ya demsalê bû belkî An jî bêhnfirehîya çemekê Belkî meşek li şeveke sayî An jî hêza bawerîyekê Berf wê bibare vî bajarî Wê bibe cejna zarokekî Tav wê reqsê bike hê tarî nehatî Temaşeya çavên bi hêvî Ferit Sevim & Şengal

1

Bêjebêje © 2015-2025