
Ferîd Sevîm
Bihara li benda berdilê
By: bedo
Şeva min neqandina çavên teye
Meşa şevê xweş e
Dema tû çavên xwe dineqînî dixwazim ku bikêvim di nav temarên pêluyên te
Têde bimeşim û winda bibim
Bila her temar ji min re bibe rêyek
Dawîya hemûyan bila bigihêje yek derê
Derîyê dilê te
Li vî zemanê evînên derew qirêj kirî
Min tû ji xwe re kir gor
Bila cih nemîne te gav ne avêtî li ser
Bedewîyên qedîyayî rayên xwe di rûyê te de veşartîne
Delalîyên ji berê hemû ji nûve di dilê te de kom bûne
Li vî zemanê evînên derew qirêj kirî
Min tû ji xwe re kir gor