a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Bîr

Ji xelkê re pêlek ya salnameyê besbû ji bo hezkirinê Min di dilê xwe de dar nehişt Bi tenê ne îro min tû bîr anî Li her gavê li her bêhnê li her demê, tû li nav çûn û hatina xwîna li nav temarên min de yî Were were çav xezal Were were porxeyal Were tarîyê biqetîne Were min hembêz bike Ka ji min re bêje rengê kîjan demsalê wek te rind e Bihêle li çavên te binêrim ji xwe re herim rêwîtîyek ya bihuştê Were were çav xezal Were were porxeyal Were tarîyê biqetîne Were min hembêz bike

Bêjebêje © 2015-2025