a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Demsal payîz bû

By: bedo

Min xwe ji bîr kiribû Li ber devê pencereyekê Porê te biqeliqe, sîya te wê li min bikeve Nizanim tu niha çi dikê! Lê dizanim tû wê bibê Xwedîyê ev strana min nivîsî Nizanim tu niha çi dikê! Lê dizanim tû wê bibê Xwedîyê ev strana min nivîsî Min nexşe qermiçand, da mala min û te li hev bikeve Di dilê min de gotin Şerê hev dikin da xwe bigihênin te Min nexşe qermiçand, da mala min û te li hev bikeve Di dilê min de gotin Şerê hev dikin da xwe bigihênin te Pirsa biharê ji min kirin Min behsa te kir Cihê tu berê xwe bidê Kulîlk şîn dibin Pirsa biharê ji min kirin Min behsa te kir Cihê tu berê xwe bidê Kulîlk şîn dibin Pêlên porê te, behrê dirazînê Stranên bi dengê te dixemile Li dinyayê digere Ez ê dengê tê li guhê xwe bigerînim Heta dawîya dinê Pêlên porê te, behrê dirazînê Stranên bi dengê te dixemile Li dinyayê digere Ez ê dengê tê li guhê xwe bigerînim Heta dawîya dinê Ez ê dengê tê li guhê xwe bigerînim Heta dawîya dinê Heta dawîya dinê

1

Bêjebêje © 2015-2025