Ferîd Sevîm
Dînîtî
Şîretên wan ji qurretîya wan e
Rêya behsê dikin dojeha min e
Mirov xwedî kêmasî ye
Carna hinek, carna jî gelek dirû ye
Zarokên wî bi xwe bênamûs in
Lê meherka li lêva kurê filankes kirî ye xem ji xwe re
Wan ji min dur bixin
Min ji wan xilas bikin
Bes e
Li vî bajarî mal bi xem in
Sehma dagirîya kujtarên rihan
Û berazên xwînxwar li ser wan in
Dewlemendîya wan ji gunehkarî ya wan tê
Nepena wan jêhatin e
Jêhatina nemerdîyê...
Wan ji min dûr bixin
Min ji wan xilas bikin
Bes e
Vijdana wan pênc qûrîş pere ye
Dilgeşî ji me standin
Sibe bêwate kirin
Dilnizmî ji dilên pak tê
Dilên wan çala pîsîyê ye
Destên xwe yên kufgirtî ji me rakêşin
Wan ji min dur bixin
Min ji wan xilas bikin
Bes e