a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Guneh

Gunehekê dikim, li xeletîya wê dihesim Piştre guneheke dî dikim Her û her dûbare dikim Gelo ez ê kengê xwe rast bikim Ji xwe aciz im Ji dinyayê aciz im Ji we aciz im Winda dibim, direvim Rihê min ji laşê min dûr ketî ye Xwe wek aferîdeyekê dibînim Her hestek ya min li derekê belav bû ye Nizanim ez ê çawa ji vê rewşê xilas bibim Ji xwe aciz im Ji dinyayê aciz im Ji we aciz im Winda dibim, direvim Hêvîyekê xwe di çavên du kesan de veşartî ye Yek dêya min, yek jî bavê min Nizanim çawa li rûyê wan binêrim Ew du melaîket, ez wek îblîsek Ji xwe aciz im Ji dinyayê aciz im Ji we aciz im Winda dibim, direvim

Bêjebêje © 2015-2025