
Ferîd Sevîm
Mij
By: bedo
Çar kujêr hatin mala min di destê her yekî de xencerek
Pêşî laşê min kirin du perçe ji xwîna min têr nebûn hêrsa xwe nestandin
Paşê laşê min kirin çar perçe û di nav xwe de belav kirin
Xwîna min ji wan re bû wek avê
Roja venexwin nexweş diketin
Zarokên min di mal de kuştin xanîyê min xirab kirin
Kavlên xanîyê min bi mirîya li kolanê belavbû
Wan kujêran kûçikên xwe berda li ser wan kavilan
Kûçikên wan goştên mirîya dixwar
Bûn xewnereşkek li ser ewran
Lê tiştek ji bîr kirîbûn:
Min bikin deh qet jî ez her demî yekim
Ez sîmirim ji xwelîya dîsa çêdibim
Ez tavim piştî şevê dîsa derdikevim
Ez hêvîyek nemirim
Ez welatê rojê me min ronahî li xwe kirî ye
Ez bêrîya azadîyê me min hêvî li xwe nixamdî ye