a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Navê te çî ye

By: bedo

Herkes her tiştî ji bo te dike Tu dikirî û difroşî Îbadet û secde herî zêde ji te ra tê kirin Ne Xweda yî lê qulên te zehf in Zincîrê te tune ne lê girtiyên te zehf in Şerran derdixî Welatan perçe dikî Laşê te tune lê tabûtên te zehf in Rengan ji hev dikî û wan berî hev didî Hinek dibin bende hinek dibin xwedî Navka hezar hebî bi a yekî ve girêdidî Dê û bavên te tune nin lê sêwiyên te zehf in... Herkes ferq dike ku tu nayê xwarin nayê vexwarin nayê bêhn kirin Lê av bi te tê kirîn nan bi te Tenê hewa maye Xwedê ji te piparêze Tehma te tune lê n'îmetê te zehf in Te hinek avêtine di nav bihuşta derewîn Hinek di dojehê da dişewitin nemirî Mafê deh berxan di devê gurekî da Hezar şêr di bin destê tulekî da Hemû pêşkên te ne Yên ku te afirandine tune nin lê kuştiyên te zehf in

1

Bêjebêje © 2015-2025