Ferîd Sevîm
Qêrîn
Zarok diqîrî yadê nemire, dirrindeyekê qirika yadê qelaştîbû
Qêrînên yadê rihê mirovî perçe dikir naxwazim bimirim
Heydedanek li kolanê hebû
Jinek li erdê kolana gewr sorîya xwîna jinekê li xwe kirîbû
Dirrindeyek ji qefesê hatî berdan, destê xwe yê bi agirê dojehê hatî şuştin serê sibê du zarok hişt sêwî
Hê sorîya tavê xuyanekirî xwîna dayîkekê bi qêrînên çar zarokan asîman qetand. Stêrkên sorîya xwînê li xwe kirî dibarî li ser erdê
Afirîdeyekê hovîtîya xwe dabû li pey xwe du jîyan vekuşt û windabû, çima
Berîya rojê ronahîya jinê dide cîhanê mafê te tune ye tû vê bitemirînî, hişê xwe bide serê xwe
Tovê jîyanê jin diçîne tû nikarî birizînî destê xwe jê vekêşe
Bihuşt di binê pîyê jinan de ye yê biherimîne tû yî bicehime here