
Ferîd Sevîm
Rabe Ser Xwe
By: Ciwan
Dema tû difetisî
Xem û kulan serê te xwar
Derkeve derve destê xwe veke
û biqîre: law bela xwe ji min vekin de bes e
Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke
Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke
Şer û nexweşî, êş û eleman
Kutane dêrûna me hiş bi me re nehêlan
Heke dinya ji te re bû yî be zindan
Nexwe berê xwe bide min û guhê xwe veke
Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke
Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke
Dibêjin dinya bû ye gur û li nav hev ketî ye
Heçîyê derbe xwarî qehra xwe ji me derdixe
Dizanim bêhna te jî gelek teng e
Ka dev jê berde û dengê min bibihîze
Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke
Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke