
Ferîd Sevîm
Rasthatinek
By: bedo
Bayekê xwe li min dipêça
Li pey xwe dibir, bêpirs
Stranekê xwe di guhên min de cih kir
Xemla biharê li xwe kirî bû
Bêhna payîzê jê dihat
Bêje min kelecana gihaştina te hesreta çend salan e?
Were nêzî min bila hêlma te li laşê min bikeve nava min sar e
Wekî derwêşekî serxweş bûm
Wê bayê ez li pey xwe xiriqandim
Ez avêtim li ber derîyê dilê te
Rih wê bikeve li ser laşê min
Ger bayê porên te bigre ji rûyê min
Bêje min kelecana gihaştina te hesreta çend salan e?
Were nêzî min bila hêlma te li laşê min bikeve nava min sar e
Stranên tû li ser xwe negrî sêwî ne
Stêrkên cihê xwe di çavên te de ne dîtî mirî ne
Bêje min kelecana gihaştina te hesreta çend salan e?
Were nêzî min bila hêlma te li laşê min bikeve nava min sar e