Ferîd Sevîm
Rastî û hêvî
Di şevek ewrayî li ser rê me
Min zarokek dît bê ser û sercil e
Jinek li ser peyarê savayê li ber mil e
Pala wê li dîrekî bû destê wê li hewa re
Revîyam, ewrek reş ket li pey min
Jehr û stemkarî dirijand li ser serê min
Min xwe jê veşart û mam li hêvîyê belav bibe
Ez derketim ji çala xwe min derî dada
Li ser rêyek din min baz da
Li ser wê rê dengên qondereya
Giranîya bêhnên parfuma
Jîyanên wurşedar
Ev dinya jehra me hingiva xelkê ye
Ka were em ji xwe re dinyakî nû ava bikin
Bila kincên zarokan ji keskesorê be
Şûna dengê çekan bila dengê stranan be
Bila girî nebe dil jî ji dil be
Ka were