Ferîd Sevîm
Rê
Westîyam sekinîm e li ber devê rêyekê
Li xwe dinêrim û difikirim
Em ê dihûya xwe jibîr bikin
Heçkû çi çênebûyî em ê li rêya xwe binêrin
Ew rojên berê wê here ji ber çavên min?
Bawer nakim
Rast e, bêhna min teng e û bihêrs im.
Ji min dûr bikeve li te neteqim.
Pêşî guhê xwe bide min.
Hinek dixwin hinek lê dinêrin
Ev der ji bo hineka barê giran, ji bo hineka jî zerika zêran e
Serpêhatîyên dijwar xulamîya şûmîtîyan dikin
Emrên çûyîn hemaletîya qureyan dikin
Dengê pehnîya laşfiroşan tevlî qorneyên tirimpêlan dibû
Li bajareke xerîbim
Li milekê qêrîna bêmalan
Li mileke dî hurehura gudgudeyan
Ez ê çawa ji vir birevim?
Li xelaskerekê digerim û nabînim
Direvim, ne rê xilas dibe ne zeman diçe.
Min xwe di tarîya şeva şil de veşart
Û min li bêdengîya stêrkan temaşe kir...