a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Wext nîne

Biqasî serê derzîyekê ne girîng e Di serê min de wek dinyakê ye Nayê li ber çavên xelkê Lê mejîyê min pê diriz e Wext nîn e Law bes e Dibêjim ne hewce şîretan im Di rêya rast de winda dibim Dixwazim ji belayan dûr bibim Xwe di nav teşqelê de dibînim Wext nîn e Law bes e Ev dînîtî ye! Derdor wek dika komedîyê ye Li ser dikê rola sereke ya min e Law malnemîrat yek ji van jî ne kenewer e Wext nîn e Law bes e

Bêjebêje © 2015-2025