a photo of Ferîd Sevîm

Ferîd Sevîm

Xelîn

By: bedo

Rêyek, rêyekê bidin nîşan min ez li ser birevim an ezê dîn bim. Difetisim, min aqlê xwe xwar. Heçku di mal de dîwar, li derve mirov bi ser mi de tên. Fedikim darekê. Çiqlên wê weke maran, belçimên wê weke aferîde. Dora min tijî xwînmij. Heçî derê ku berê xwe didime xwînmijên dev bi xwîn dibîmin. Xwedê da'm. Dengê cekan, bêhna terman... Hên di serî de ez dîn bûm. Bê hemdê xwe mezin bûm. Ji dayîkbûnê heta niha payîzeke har. Tevilhev bû serê min. Mirov gelek bê xemin an ez ne ji rêzê me? Xelîna mejiyê min qet kiriye. Nizanim rûkenî çiqas dirêj e. Heçku yekê gotiye "wey lê Xwedê jê standî!" Ma min çi ji kê kiriye? Navêm derkevim li nav mirovan Çi çavên bikeve li ser min heçku tê de nifrîn heye. Êş û elem. Kî li kîjan milê dinê ka çi nifrîna dike heçku hemu di min de kom bûne Min bi kulafa rûye qet kir Bi kulma serê xwe şikand Bi revê binê piyê xwe reş kir Dawiya revê tehteke. Ezê xwe jê biavem, an ezê bimrim an jî herim destpêkek nû. Ez çûm...

1

Bêjebêje © 2015-2025