the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferit Sevim

Bafirok

Wî bafirokek berdabû li asîman Hêvîyek bi dûvikê wê re girêdabû Gihişt ewran bi hêvî Yekê çîqê wê şikand hêlişt bêhêvî Li ber bayê ve çû û winda bû Bafiroka wî jî bû hêvîyek şikestî Yekê zarokatîya wî hêlişt nîvî Dengê gûle ji tifinga kujerekî Li xewnên wî ket kir reştarî Zarokatîya me jî wek bafiroka wî Li ber bayê ve çû kes pê nehesî Ronahî qels bû piştî wî zemanî Rengekî qirêj giha çîqên wî Bafirokek dî destê wî de dima nîvco Êdî wê çi bike wî jî nedizanî Hingê baranek barî Hêvî paqijî bû Wê baranê bi xwe re anî qirêjî Dengê gûle ji tifinga kujerekî Li xewnên wî ket kir reştarî Zarokatîya me jî wek bafiroka wî Li ber bayê ve çû kes pê nehesî Êdî bû wek kevirek di rê de Heçîyê diborî pê lê kir Gelekan qetek ji wî vekir Wî jî lingê geleka êşand Dengê gûle ji tifinga kujerekî Li xewnên wî ket kir reştarî

Bêjebêje © 2015-2024