the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferit Sevim

Gazind

Şer û cengê mirovahîyê Elem xistî ye dinyayê Gelo ma te nedizanî Tû dilê xwezayê biêşînî Xweza vê ji te re nahêle! Law de bes e! Te fermana dinê anî ye Destê te qirêj e Ji xwezayê vekêşe! Dinya têra me dike Çavbirçîtîya te nahêle Nan ji bo hemû kesê ye Destê xwe ji rizqê min vekêşe Law de bes e! Te fermana dinê anî ye Destê te qirêj e Ji xwezayê vekêşe! Te wek cûbirekê Xwe berda rayê dinê Te şînahî nehêlişt Û ziwa kir kanîyên jîyanê Law de bes e! Te fermana dinê anî ye Destê te qirêj e Ji xwezayê vekêşe!

Bêjebêje © 2015-2024