the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferit Sevim

Hilweşîn

Gewîya min ziwa bû Min destê xwe dirêjî avê kir av bû agir Xewnek bû heçku di hinava min de Di hinava min de belengazîyek Siharên min wek rengê şermê Zarokatîya min tê bîra min Hingê paqij bû… Ji xwe direvim, li xwe dikevim Ji agirekê derdikevim, xwe li dojehê dibînim Ji sibeyê ditirsim, îroya min pûç bû Qêrînek xwe li min digire û min bernade Ka ez çi bikim? Min çavên xwe li ser singek nenas vekir Destên xerîb li nav porên min de digerîya Tilî wek maran, neynûk wek jehran Çav wek agirê xezebê Li pey hêvîyên xwe diketim Asîmana min kê reş kir? Ji xwe direvim, li xwe dikevim Ji agirekê derdikevim, xwe li dojehê dibînim Ji sibeyê ditirsim, îroya min pûç bû Qêrînek xwe li min digire û min bernade Ka ez çi bikim? Her ro diqîrim, li ber devê kendalekî bêbin Xwe dikujim, lê dîsa ez xwe sax dikim Ji xwe direvim xwe digrim û hefs dikim Dest û lingên xwe girê didim lê li hewara xwe têm Bela xwe ji xwe venakim ber bi dînîtîyê ve diçim Min piçek ronahî dît ez ê ji xwe birevim

Bêjebêje © 2015-2024