the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferit Sevim

Rabe Ser Xwe

Dema tû difetisî Xem û kulan serê te xwar Derkeve derve destê xwe veke û biqîre: law bela xwe ji min vekin de bes e Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke Şer û nexweşî, êş û eleman Kutane dêrûna me hiş bi me re nehêlan Heke dinya ji te re bû yî be zindan Nexwe berê xwe bide min û guhê xwe veke Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke Dibêjin dinya bû ye gur û li nav hev ketî ye Heçîyê derbe xwarî qehra xwe ji me derdixe Dizanim bêhna te jî gelek teng e Ka dev jê berde û dengê min bibihîze Rabe ser xwe, xema ji xwe re neçêke Tû xelaskerê xwe yî, hêvîyê ji xelkê neke

Bêjebêje © 2015-2024