the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ferît Ûzûn

Pêşmerge

Tenê bû, rabû ser pîya Hêla rastê çîya, çepê çîya Rakir alarengîn qirya Dengveda dengveda dengveda Dest û zozan û çîya nalîya nalîya Gihîşt gelîya Gundî, karker, pale û zana Rabûn giryan,runiştin giryan Bankirin keç û bav û dîyan Civîyan ser hev,dest dan destên hev Pişt dan piştên hev Qîrîn û hawar dan hev Hemî bûn yek dev Qor bi qor, rêz bi rêz Çûûûûn çûn li dor pêşmerge yek bûn Bijîn bijîn her bijîn hûn pêşmerge Deh, sed, hezar, sedhezar Zar û zêç, keç, qutabi,dersdar Li hember gihîştin faşîstên har Tev bûne wek dîwar Metirsin metirsin êdi şer nabe sar Ji Xanekîn heta Şeqlawa Herin, herin cî bi cî Welatê Kurda Ketîye bin destên pêşmerge nevîyên Kawa Wê rojê lêdan bavê pêşmerge Kawa Berê newroz bi tenê bû Lê îro pêşmerge her gav,her dem Ava dike cejna kurdan Pîroz be,pîroz be li te Kurdistan ey Pêşmerge Çi bêjim hindike ji tera Deşt, zozan, çîya hemû ji te ra bûye derge Bijîn, her bijîn hûn Pêşmerge

Bêjebêje © 2015-2024