the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Hodik

Eman Bejinziravê

Eman te bejinziravê, darek dara dar qewaxê De wê halê dilê mi ra wêşîn dike semtê Wezirmê, Mêrga Axê Malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê be De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, lê te qozaxê, dilo Eman te bejinziravê, darek dara, dara çûkê De wê halê dilê mi ra hêşîn dike Semtê Wezirmê, nava sûkê Wî malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, lê dev biçûkê, dilo rêyo Eman te bejinziravê, darek dara, darşilekê De wê halê dilê min ra hêşîn dike Orta baxê û şengala lo weş Dêlekê Malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, te çevbelekê, dilo rêyo

Bêjebêje © 2015-2024