Fetoyê Hodik
Eman Eman
Eman eman eman eman eman
Qemerê canê ta çimanê wisanê
De tu çima salek salê qasekê kêleka min mehrûmê Xwedê, rûnanêyî lê nasekinî
Were eman eman eman eman eman
Qemerê canê, ta çimanê wisanê wê dilkafir î
De tu çima salek salê qasekê kêleka min mehrûmê Xwedê rûnanêyî, lê nastirî
De tu were, sala îsalîn ramûsanekê nefsa canê min kerem bike
A de wê her sê rojê felekê kesikî ra nedûmac e, ay te ra jî nay dûmîne
De bibe nebe dara dinyalikê rojekê lê tê bimirî
Ax eman eman eman eman eman eman eman
Eman qemerê canê, bihar e malê me danîne Zozanê Elegezê, lo cîkî dêm e
De mi dî dema hatinê, kewa gozel cêrê avê li piştê ye, meşiya warî kaniya dorî çem e
De wezê çûme pêşiya kewa gozel, minê ramûsanek jê xwestibû
Oy de minê nava sing û berê kewa gozel ji minî
De çima sûsê xala xaleke lo jê di kêm e
Ax eman eman eman eman eman
Eman qemerê canê, bihar e, malê me geriyane li zozanê Elegezê
De wê warê jor li war danîne
Lê wê hê hê dorê wan teva çavkanî ne
Dorî kaniya lê dilê mi ra, gul u sosin ra çîçek lê şîn bûne
De wê baran tê ba jî pê ra lêdixe dilîlîne
A de wê wê, kewa gozel cêrê avê pişt kiriye lo jêla tîne
A de wezê çûme pêşiya kewa gozel, minê ramûsanek jê xwestibû
O de go, gede lawiko dûrî mi here, de wê cêrika ne qolanê milê mi dêşîne