the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Hodik

Filîtê Quto

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo dê reben ee Şemê digo Filîto lawo, vê sibê dilê dayika wa te dibê De divê karwanê Mamê Etmanekê giran e, daniye ser Kaniya Badereşê, lê silavê De divê vê sibê nebixêrê Filîtê Quto dîsa digere lo xirabiyê A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Şemê digo Fîlîto lawo, were gura Şema dayika xwe bike Meçe pêşiya karwanê Mamê lo Etmanekê Eva sê mehê wî ne lo karwaniyê ye Welê bi Xwedê çavê jine zara qîz û bûka wa bi rê ye A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Mamo digo Fîlîto lawo, hêstira pêşîn serbara bi hêjîr e, binbara wê xurme ye Vê sibê hubê rezê li baca te ye De tu were vê sibê pêşiya karwanê mi berde Wîsal çend salek e welatê niqêbay bûye nangiranî Wele bi Xwedê çavê çocixa li rê ye Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Filîtê Quto digo, Mamê Etmanekê derdê mi ne hêstira pêşîn e ne ya paşîn e ax ne jî baca te ye Derdê mi anca bazbeleka milê te ye A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Ax Mamo digo, Fîlîto lawo de minê bazbeleka milê xwe da kiriye bajarê li Mûşê ye Qûndaxa wê dozde zêrê Alî Osman dilê xwe ra zîv zêr kil daye De vê bozbeleka milê mi va, vê sibê yanê xwîna te ye, yanê qelenê Şema lo dayika te ye A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Şemê digo Fîlîto lawo, mi go hat karwanî, hat karwanî Karwanê Mamê Etmanekê giran e Wa ji deşta Bişêriyê şevê ajot rojê lo qe dananî Şemê digo Filîto lawo, were gura Şema dayika xwe bike Were meçe pêşiya karwanê Mamê Etmanekê Heştê sal bû emrê Şema dayika te, emrê mi da herçiya çû pêşiya karwanê Mamê Etmanekê De wê tu kesekî xwe ra baş lê nanî A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo A Şemê digo Fîlîto lawo, mi go hat karwanî, hat karwanî Karwanê Mamê Etmanekê giran e Ser Kaniya Badereşê xwe ra lo firarî danî Ax Mamo dikire gazî Filîto lawo, wekê tu vê sibê ber devê bazbelekê xilas bibî A de bira Şema dayika te here bêje, minê çok da erdê xwe ra lo kurek anî A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo A Şemê digo Fîlîto lawo mi go, karwên bar kir, karwên bar kir Deşta Bêşiriyê, Geliyê Teşemê, Kaniya Qîrê diweraqe Vê sibê bozbelekê destê Mamê Etmanekê da waqewaq e Ax Fîlîtê Quto sê denga dikire gazî, Mamê Etmanekê poz kepê bavê te rezîl kiro A ji min û te va kî vê sibê erafê meydanê ber bêva biguhêze A belkî ser doşeka pêxember dest here lo sê telaq e A wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo A Şemê digo Fîlîto lawo were meçe tu neheq î

Bêjebêje © 2015-2024