the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Hodik

Lê Canê

Lê canê, lê canê, lê canê lê Zemano lo wî de malê tu xerabî Hê lê canê, lê canê, lê canê Hê lê canê, tu li çava çave çend e Wî kurmalê tu li çava çave çend e Hê bîrû bijangê kewa gozel reş in Halê dilê mi ra dora çavê belek gir govend in Ax malî gundîno, xalikê sîng û berê kewa gozel da De wê dikim nakim, çima xezna heft keşîşa, dozde mela nayê xwendin canê lê Wî dewranê lê tu xirab î Hê lê canê, lê canê, lê canê Hê lê canê, tu li çava wez dîn kirim Wî teresê tu li çava wez dîn kirim Lê wez ê kûvî bûm, kûvîkî serê çiya bûm Te îsal ji pêra çawa nava sing û berê xwe da kilît kirim lê canê Zemano lo wî dewranê Hê lê canê lê canê, lê canê, lê canê Hê lê canê, awirî çava te ez dixware Kurmalê awirî çava te ez dixware Ê tê îsal-mîsal çima ez nava sîng û berê xwe da kilît kirim canê lê Zemano lo wî dewranê Hê lê canê ,lê canê, lê canê, lê canê Hê lê canê, lê canê, lê canê

Bêjebêje © 2015-2024