Fetoyê Hodik
Lo Xalo
Were lo xalo, lo xalo, lo xalo, lo xalo
Were lo xalo lo ez xwarzê te me
Were xalo wez girtî me xerîbiyê me
Ez girtiyê kela welatê di Romê me
Were lo xalo, lingê min qeydê ne, destê minê kelemçê ne
Here lo xalo, dilê min germa havînê kînekîn e
Halê mi destê sarî bînbaşê Romê ra tu nîn e
Ha de wê sarî bînbaşê Romê rojê sê car kela Bazîdê mi dikute, kêle kêle werdigerîne
Ha de divê salixa xalê te mêrekî mêrxas e, zor î bi zorbe serbilindê welatê wî
Romê ye
Ha de divê siba van çaxa wez ê berê Eliyê xwarza bîst û çar girtiyan bidime
kela Erzeromê Taşqela bi rengîn e
Ha de divê her çar girtiyê bê wan dikevine Taşqela bi rengîn e
De divê, vegerana wan tune, tu carî tu car xêra xweyê wan ra tu nîn in
Ha de divê, wekê xalê te yê mêrekî mêrxas e zor î bi zorbe
A de bira siba van çaxa, bê welatê Romê destê zorê xwarzê xwe ji mi bistîne
De xalo de xalo lo xwarzê te me
Elî lo lo vê sibê dilê xalê te bi tirs e
Hey lo lo vê sibê dilê xalê te bi tirs e
A de wê qirma kêleka xalê te da malê ûris e, tivinga destê xalê te da ye malî
ûris e
Elî lo lo, te di fikara neke
Siba van çaxa xalê te yê welatê Romê deşta Bişêriyê, Kevirê Yazdetaşê
Xalê te yê Deveboynê jêrê jorê bibire, halê we girtiya destê Romê da bipirse
Elî xwarziya, Elî xwarziya, xalê te me
Here lo xalo vê sibê dilê min deman e, ber çaviyê mij û dûman e
Mij û dûmanê xwe daye Kosedaxê qûntarî çiyan e
A de wê havîn e genimê Serhedê seridîne halê dilê mi ra simil dane
Wezê bala xwe didimê sê siyarê derketine ji hêla Temirxan e
Siyarê milê rastê xalê min î Hemzê pêlewan e
Siyarê ortê Ûsivê Cazê kurapê min e, mêrekî jê kêfilî bi deman e
Siyarê milê çepê Temê kurxalê min e, mêrê oxirmê bi giran in
Ha de wê, ji welatê Îranê rê ketine hatine welatê Romê
Dixwazin destê zorê Romê bistînin Eliyê xwarziya, bîst û çar girtiyan e
De xalo, de xalo, xarzê teme
Here lo xalo, dilê mi germa havînê, kînekîn e
Bayê Kosedaxê tê lêdixe, dilîlîne
Were lo xalo, de tu were, sarî bînbaşê Romê bikuje
De tu nîşanekê lêxe, qotika serî bifirîne
A De bira hêja welatê Romê ecêbê giran çavê xwe bivîne
De xalo, de xalo, xwarzê te me