the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Hodik

Zozanê Elegezê

Were gundo, zozanê me Elegez e Wî malîno, wî zozanê me Elegez e A de bira Xwedê xira bike Halê wextê me koçera wî çima dagerê me şorikê devê rez e Were gundo zozanê Elegezê Gul û rihanî, çîçek, sosinî, gezina De teva ciyê henek, laqirdiyê minê kewa min gozel in, delîl soz nemane Were gundo wî zozanê Elegezê zozanê me ne Wî teresê, bejna bilind, çavê belek çavê te ne Wî kurmal, zozanê Elegezê gul û rihan û çîçek, sosina De teva cî heneke laqirdiyê min û te ne, delîl soz nemane Ha wey gundo lawikê min siyarê wextê ye Ax vê sibê dajo bangî xwe ye A mi tê wê bê mêvanê mala me ye Mi nizanibû wê bajo ber derê şewitî kanîxwe ye Ax gede kurmal, mi nizanibû derê da bêbextî pêşî mala xwe ye Ax nayê bîra te zozanê Elegezê gul û rihan û çîçek sosina Teva cî heneke laqirdiyê min û te ye, ax delîl soz nemane

Bêjebêje © 2015-2024