the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Cemaliyê

De lo lo lo lo lo lo lo wey Wî lo bavo, Cemaliyê dinêrim dar û ber e Wî lo xweyo Cemaliyê dinêrim dar û ber e Şerê Selîm Ezîm, Selîm şêrê mala bavê mi qemer e De wê çewa nava meydanê gulekê mixênetî, berî bedena Selîm Ezîm, Selîm şêrê mala bavê min dêrana Xwedê dane Wî law korê nemayê , bavê wan çûye Mûsilê, bav ne li mal e De lo lo lo lo lo lo lo wey Wî la bavo, Cemaliyê dinêrim, wê himber e Wî la xweyo, Cemaliyê dinêrim wê himber e Xezal xanimê, gulîbirê, rabe binêr nava meydanê Hatine kuştin, sê siyarê mala bavê min dêranê Yek Hesen e lawê di Elo ye Yek Qasimê lawê di Beyro ye Yek Selîm Ezîm şêrê mala bavê min î Cemaliyê ye Wî porkurê heyfa min lê nayê kuştina li van şêra, van egîda, van efiyeta Heyfa minê tê wê heyfê, divê kalebavê wan çûye Mûsilê, bav ne ser e De lo lo lo lo lo lo lo bavo Wî lo bavo, şer qewimiye Cemaliyê berî tehtê Wî lo bavo, Cemaliyê dinêrim berê tehtê Hela binêre siyarê me siyar bûne, berê xwe dane rohelatê Hêrçî yê eynelî martêliya çarnikal tê, de wê çewa nava meydanê gulekê berî bedena Selîm Ezîm, Selîm şêrê mala bavê min dêranê Xwedê dane Wî la korê, cinyazê vî şêrî ser milê bira, pismama, bava ber bi mal tê De lo lo lo lo lo lo lo bavo

Bêjebêje © 2015-2024