Fetoyê Ûso
Eşîrê
Eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê eşîrê
Eşîrê digo kuro kurmal, rabe binêr çika bejna min çewan e
Kuro digo eşîro, bejna te ne hevalê tu bejnan e
Gidî bejna te ya zirav e, layîqî kembera zêran e
Çavê te yê belek in, devê lêvê te notlanî belgê kaxizan e
Zermemikê te notlanî can sêvan e
Wekî meriv şevek şevê payîza têkeve nava xal û xirdê gerdenê sing û bera
Kavilê gunda da merî yara rojê remezan e
Delîla minê rabe xwe ber eynê binêr, çiqa wisan e yan ne wisan e
Eşîrê, eşîrê, eşîrê kavilê gunda bê te nabe sebra mi, soz nemane
Eşîrê bejna te zirav e, ta rihana dara kir e
Hela binêr tava sibê daye, siya êvarê xwe ra hêdî hêdî hê lê dizivire
Siya êvarê xwe ra hêdî hêdî hê lê dizivire
Gelî maliya rabin temaşe kin, morî mincixê destê eşîram temam zêr e
Lê eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê sebra min tu yî lê eşîrê
Eşîrê Axmexanê dinihêrim, wê bi dar e
Delala dilê mi, Axmexanê ber da dar e
Hela binêr kawa minê kubar
Gul sozdara şîn dibe, avê belekiya ra tê xwar e
De vê sibê dilê min geş e melûl nabe
Mîna mi go kavilê gunda tu ya min î, dîsa destê te nabe
Eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê eşîrê
Eşîrê dinya ne milkê bavê tu kesî ye
Sebra mi, soz nemane