the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Gidîno

Gidîno dilê mi giran e van girika Dînê bes e dikî laqirdî van heneka Mala bavê xirab, xwezila wezê şevekî êvar da Bibiyama mêvanê cotê zermemika, way gidîno Gidîno, ez qanatê bejna te me Gidîno, malxê mala bavê te me Rojê parsê pûrsê nava heval hogira Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê Çev nihêriyê derê mala bavê te me Gidîno, gidîno qama te me Gidîno, hewşa me hewşa we da, ça şîrîn e, way gidîno Lê lê dînê, de tu were ramûsanekê nefsa canê mi kerem ke, mi qebûl e, way gidîno Mala bavê xirab, ez ê gazî Rebê alemê kim, bêjim Xaliqo De bira Xwedê mirazê mirazxwaza bike Mirazê min xelqê têlî delal tevayî, way gidîno Gidîno, ez qanatê bejna te me Gidîno, malxê mala bavê te me Rojê parsê pûrsê nava heval hogira Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê Çev nihêriyê derê mala bavê te me Gidîno, gidîno qama te me Gidîno, dilê min kaniya devê zinêr, way gidîno Hela binêr, ava kaniyê dikişe, notlanî hizkirina min û te, wî xêr û bêr, way gidîno Gidîno, ez qanatê bejna te me Gidîno, malxê mala bavê te me Rojê parsê pûrsê nava heval hogira Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê Çev nihêriyê derê mala bavê te me Gidîno, gidîno qama te me

Bêjebêje © 2015-2024