the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Heyran

Heyran, heyran, heyran Heyran, mi go bihar e xweş bihar e, hey wax li min Mi dî bavê Feqîr ser kaniyê hate xwarê, hey wax wax Sala par vî çaxî dewran dewrana bavê Feqîr bû Sala îsal idî milên girtin, berê wî dan kela Mûşa şewitî, qatê jor e, hey wax Wî mi evdalê, te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo Heyra, berfekê li me bariye, çiyayê Mûşa şewitî lo kiriye hêk e, hey wax li min Kesek tune orta bavê Feqîr qumandar e lo, werin çêke, hey wax wax wax Belkî sala îsal indê bavê feqîr kela Mûşa şewitî lo egle neke, hey wax lo Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê maliyo lo Heyra roja me derketiye li qudretê, heyran heyran Şewqê dayê bejn û bala bavê Feqîr, şirikê qayişê goveka vê seetê, hey wax wax wax Kulê bikevî mala qasî nemama, sala îsal inê kaxizê bavê Feqîr çêkirine Wî nemamî kirine gunekarê vê dewletê hey wax Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo lo Heyra, berfekê li me bariye, çiyayê Mûşa şewitî, lo hebê cota, hey wax li min De xwezila mizgînîke xêrê lo de bihata, hey wax wax wax Bigotana bavê Feqîr xêrê şayê kela Mûşa şewitî, hate berdan Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo oy

Bêjebêje © 2015-2024