the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Kina Min

De kinay mi, kinay mi, kinay mi, kin î Ê lê kinê cahil dinya nema Ez ê geriyam min ê li hev da De min ê xwe ra hilneda tu aqilê kêmo Way kina mi, sewda Ê lê kinê cardin sala îsal idî, ez ê kirime cî meskenê kulan û derda Lê lê kinay mi, kinay mi, kinay mi, kin î Ê lê kinê cahil dinya nema Ez ê geriyam min ê tu kar nekir De min ê zava pozê bijêr xizêmekê çêkir Ê lê kinê cahil min ê bi kina xwe ra Navê zewacê tobe kir Hê lê kinay mi, kinay mi, kinay mi, kin î Êlê kinê cahil mi go kino, ê ne biçûk e awa bi nezan De wê serê xwe girêdaye, ê kina mi heftrenga dozde siwar Ê lê kinê cardin sala îsal wê alîkî cegera mi xera kiriye Ê dilê mi kiriye cî û meskenê kula li mereza Ê de kinay mi, kinay mi, kinay mi, kin î

Bêjebêje © 2015-2024