the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Lê Delalîyê

De lê lê lê lê lê lê lê lê lê delaliyê Ê lê delaliyê Îran e dilê min û te ra Îran e Ji kevirê Îlamê bigire heya şehrê Kermanşahê Kurdistanê Heya şehrê Kermanşahê Kurdistanê Hela binêr van eşîra, kon û çît û textê xwe lêdane De qelbê zerî û esmera li hev civiyane Ez ê çavê xwe digerînim nagerînim, yeke mînanî delaliya dilê mi ne nav da ne Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkavleta vê dinyayê Ê lê delaliyê, tu bejna xwe ra pir delal î Nizanim yan gul î yan sosin î yan kevok î halhal î De tu were vê êvarê çoka xwe bide çoka mi evdalî Ez ê devê xwe têxime xal û xirdê gerdenê sing û bera Sibê berê sibê rabe yar didine xortekî çardesalî Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkaleta vê dinyayê Ê lê delaliyê, tu bejna xwe da rewşa eşîrê, kulîlka zozana De tu şîn dikî zozanê jorîn, devê belekiya, serê riya, koç û geliyê eşîra De serê riya, koç û geliyê eşîra Zermemikê felqa mi wisan in, notlanî nanê textê otaxa senemiya Notlanî nanê textê otaxa senemiya Ez evdalê Xwedê, notlanî berfa zozanî Seva çev û birûyê belekê xwe halara diheliya Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkaleta vê dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024