the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Lê Koçerê

Lê koçerê, lê koçerê, lê koçerê Lê koçerê, dilê mi ma li gunda Koçerê, roja me derketiye Girîdaxê, vê biyan e Roja me derketiye Girîdaxê, vê biyan e De vê sibê xulexula avê belekiyan e Serê halê min û te da heliyane Serê halê min û te da heliyane Koçerê gazî dike wê kuro Kulmal eva hala te ne hal e Eva hala te ne hal e De gele malî wî gundî Vê sibê derdê dila koçeram nexweş e, wa ne bihal e Koçerê, lê koçerê, lê koçerê Lê koçerê, dilê mi ma wa li gunda Koçerê roja me derketiye Girîdaxê, kêrî kêrî Roja me derketiye Girîdaxê, kêrî kêrî De vê sibê koçeram derketiye derê malê, pezê bavê xwe da bêrî Pezê bavê xwe da bêriyê Derînê de tu were kavilê gunda ramûsanekê mi evdalî kerem ke Mala bavê xirab tê vê sibê kê ditirsî, kê newêrî Koçerê, lê koçerê, lê koçerê Lê koçerê, emrê mi ma wa li gunda Koçerê Girîdaxê dinêre wê bi sûs e Girîdaxê dinêre wê bi sûs e Konê bavê koçeram vegirtiye perê Girîdaxê wê cîkî dûz e Perê Girîdaxê cîkî dûz e Gele malî gundî rabin tamaşe kin Koçeram konê bavê xwe da mîna hîva çardeşevî diçirise Koçerê, lê koçerê, lê koçerê Lê koçerê, emrê mi ma wa li gunda

Bêjebêje © 2015-2024