the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fetoyê Ûso

Li Min

Hey la lê li minê, lê lê lê lê Hey la lê li minê, mi go heyfa te mêrî, çawa ketî wê nivînê Çawa ketî wê nivînê Malî gundî, kula Bavê Beyro siyarê Eydê, bîr nakim heya roja mirinê Hey lo lê li minê Malîno, mi go Bavê Beyro sîyarê Eydê, li mal derket tek û tenê Li mal derket tek û tenê Mi nizanibû Bavê Beyro ew ê here Qalexana şewitî şer ke bê kuştinê, lê lê lê Hey lo lê li minê, malî gundî lo rabin tamaşe kin vê birînê Wey lo Xwedê xirab kire tu birînê çawa Bavê Beyro, siyarê Eydê Xortê eşîrê girtiye avêtiye vê nivînê, li minê li minê, li minê Malîno kula Bavê Beyro siyarê Eydê, bîr nakim heya roja mirinê Malîno gava mi zanibûya Bavê Beyro ew ê here Qalexana şewitî şerk e, bê kuştinê Minê şûr û mertalê bavê Beyro hilda, serê nexwaza jêkira, li vê xwînê, lê lê lê

Bêjebêje © 2015-2024